PKKê têkildarî proseya hilbijartinên Tirkiyê biryareke nû da

Rêvebira payebilind a PKKê Besê Hozat ragihand ku wan biryar dane, biryara rawestandina çalakiyan a piştî erdhejên 6ê Sibatê, heta dawiya hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê berdewam bike.

28.03.2023, Sal - 07:43

PKKê têkildarî proseya hilbijartinên Tirkiyê biryareke nû da
Nuçe Belav bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat ji medyaya nêzîkî PKKê re axivî û mijara hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên xula 28emîn ên parlementoya Tirkiyê ku biryar e 14ê Gulanê birêve biçin nirxand.

Besê Hozat diyar kir ku di rewşa niha de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng û got: “Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdarî istiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye.”

Hozat eşkere kir ku wan biryara rawestandina çalakiyên xwe ji nû ve nirxandine û got: “Di pêvajoyeke bi vî rengî girîng de me ev biryar ji nû ve nirxand. Di çarçoveya girîngiya hilbijartinê ji bo gelê me, ji bo gelên Tirkiyê, li gorî rastiya dîrokî ya vê hilbijartinê, me biryar da ku biryara rawestandina çalakiyan di vê pêvajoya hilbijartinê de dewam bikin, heta hilbijartinê bidomînin û piştî hilbijartinê rewşê ji nû ve binirxînin. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.”

KCKê beriya niha ragihandibû ku wan ji ber erdhejên navenda Mereşê biryara rawestandina çalakiyan dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:24:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x