Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyariya baranê da

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hefteyekê dê baran bibare û li 5 parêzgehan egera lehiyê jî heye.

10.06.2023, Cts - 07:23

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyariya baranê da
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji îro 10ê Hezîrana 2023an û pê ve dê hefteyekê baran bibare û li parêzgehên Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Çankiri, Kirikkale, Enqere yên Tirkiyê egera lehiyê heye û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Her wiha saziya navborî diyar kiriye ku li çend herêman tevî baranê dê ba û bahoz jî hebe û tê texmînkirin ku pileya germê di navbera 2 heta 4 pileyan zêde bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x