Sekreterê NATOyê bangî Tirkiyeyê kir

Sekreterê Giştî yê NATOyê got, "Dema wê hatiye ku Tirkiye dawî li pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê bîne."

28.11.2023, Sal - 07:00

Sekreterê NATOyê bangî Tirkiyeyê kir
Nuçe Belav bike

Beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Bruksela paytexta Belcîkayê ji rojnamegeran re axivî.

“Niha dora Tirkiyeyê ye”

Jens Stoltenberg li ser endamtiya Swêdê ya NATOyê wiha axivî:

Swêdê sozên ku dabûn pêk anîne û ewa ku li ser milê wê bû ji bo endamtiya NATOyê bicih kiriye.

Niha dora Tirkiyeyê ye ku erkê dikeve ser milê wê bicih bike.”

Stoltenberg herwiha got, "Agahiya xweş ew e ku serok Erdogan belgeya taybet a qebûlkirina endambûna Swêdê ya NATOyê şandiye parlamentoyê.

Tiştekî baş e jî ku parlamentoya Tirkiyeyê li Enqereyê dest bi gotubêjkirina belgeyê kiriye û hêvîdar im di demeke kin de ew pêvajo bi dawî bibe."

Dengdan hatibû paşxistin

16ê Çiriya Paşîna 2023yan Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi serokatiya Fuad Oktay civiyabû.

Dengdana li Parlamentoya Tirkiyeyê ya li ser pesendkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê hatibû paşxistin.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê got: "Bi awayekî fermî ew dê ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bixwazin ku zanyariyên zêdetir derbarê bicihkirina sozên Swêdê dayîn wan ku bizanin çiqas pabendî mercên Tirkiyeyê yên li Madrîdê îmze kirin bûye."

23yê Çiriya Pêşîna 2023yan yadaştnameya endamtiya Swêdê ya NATOyê bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hat kirin.

Serokatiya Parlementoyê heman rojê yadaşnameyê ji Lijneya Pêwendiyên Derve, Asayîş û Parastinê ya Parlamentoyê re şand.

Eger pêvajo bi piraniya dengê 18 endamên her du lijneyan hat qebûlkirin, wê demê dosyayê dişînin ji serokatiya parlamentoyê re û li wir rojek tê destnîşankirin ku li parlementoyê deng li ser bê dayîn.

12ê Gulana 2022yan Fînlandya û Swêdê bi hevre daxwaznameya endamtiya NATOyê pêşkêş kirin.

Roja 18ê Adara 2023yan yadaşnameya endamtiya Finlandiyayê bi îmzeya Erdogan ji serokatiya parlamentoyê re hat şandin.

30ê Adarê parlamentoya wî welatî endamtiya Finlandiyayê qebûl kir û 2ê Nîsanê jî biryar di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin.

Gulana îsal Lûtkeya NATO li Lîtwanya hat sazkirin û tê de Recep Tayyîp Erdogan endamtiya Swêdê ya di nava NATO qebûl kir û ragihand:

"Di meha Çiriya Pêşîn de demsala nû ya parlamentoyê despêdike û ew dê dosyayê bişînin wir û eger parlamento qebûl bike, em jî qebûl bikin."

Xala 5emîn a NATOyê

Hevpeymaniya NATOyê ji 31 welatan pêk tê.

Li gorî xala 5emîn ya peymannameya NATOyê ku di sala 1949an de hatiye îmzekirin, her êrişek li dijî endameke NATOyê çêbibe, wekî êrişa li ser hemû endaman tê dîtin û divê hemû endam bersiva wan êrişan bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:11:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x