Tirkiyê kuştina berpirseke PKKê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê ragehand, berpirsa PKKê ya bi navê Sebahat Ormanli di operasyonekî esmanî de jiyana xwe ji dest daye.

14.12.2023, Per - 08:47

Tirkiyê kuştina berpirseke PKKê ragehand
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya zimanê fermî ya dewleta Tirkiyê, Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT), yek ji berpirsên asta bilinda ya di lîsteya kesk a kesên biryara girtina wan heyî û di nav PKK/KCKê de berpirsa rêxistina ciwanên PKKê Sebahat Ormanli ya ku wek Mizgîn Govî dihate naskirin, li Herêma Kurdistanê bi êrîşa dronî û operasyonekî noqteyî de hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê Sebahat Ormanli ji bo li bajarên Tirkiyê şewitandina daristanan û pêkanîna çalakiyên dijî saziyên dewletê, ferman daye endamên rêxistinên ciwanan û di nav rêxistinê de ji 18 berpirsên rêxistina Jinên Ciwan yek ji wan bûye.

Hat ragehandin Sebahat Ormanli ku wek Mizgîn Govî tê naskirin di sala 2011ê de li navçeya Silopî ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê, di nav kar û xebatên PKKê yên ciwanan de li ser asta bilind berpirs bûye û piştre sala 2012ê de derbasî çiya bûye û piştî demekî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û li wê derê jî yek ji berpirsên Rêxistina Ciwanên Jin bûye û sala 2022yê jî li Silêmaniyê wek berpirsa payebilin a PKK/KCKê ya Rêxistina Jinên Ciwan (KJCK) xebat birêve birine.

Hat ragehandin Sebahat Ormanli ango Mizgîn Govî di meha Adar a borî di dema bi wesayîta xwe de diçû bo cîhekî bi operasyonekî dronî de hatiye kuştin. Lê vê derbarê de heta naha PKKê ti daxuyaniyek derbarê vê nûçeyê de belav nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x