Tirkiyê kuştina 4 leşkerên xwe ragihand

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

24.05.2022, Sal - 13:37

Tirkiyê kuştina 4 leşkerên xwe ragihand
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro ragihand, li nav axa Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derktiye û di encamê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, şerê navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilît bûye.

Wezaretê herwiha diyar kiriye, leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022 ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyon li navçeyên sînorî yên qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê birêve diçe û deverên Zap, Avaşîn-Basyanê li xwe digire

Akar serdana xeta sînor kir

Li aliyekê din hat ragihandin, piştî şerê giran ê îro û kuştina 4 serbazên Tirkiyê û birîndarbûna 3 kesên din, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê serdana xeta sînor li ser sînorê parêzgeha Şirnexê kiriye.

Hulusî Akar tevî şandeke pilebilind a artêşa Tirkiyê ku ji Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Musa Avsever û Fermandarê Hêzên Esmanî Hasan Kuçukakyuz gihîştin ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:58:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x