YÎMER li herêma erdhejê bi 7 zimanan xizmetê dide lê cih nedaye Kurdî

YÎMER ku di bangawaziya xwe ya ji bo xebatên rizgarkirina erdhejê de bi 7 zimanan xizmetên wergerandinê dide, cih nedaye Kurdî û ev yek bû sedema bertekan.

07.02.2023, Sal - 12:00

YÎMER li herêma erdhejê bi 7 zimanan xizmetê dide lê cih nedaye Kurdî
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê du erdehejên bihêz ku navenda wê Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan. Herwiha di bin xirbeyan de gelek kes li benda rizgarkirinê ne.

Gelek saziyên sivîl, alîkariyê û saziyên girêdayî dewletê beşdarî xebatên rizgarkirinê bûne.

Navenda Ragihandina Biyaniyan (YÎMER) a ser bi Wezareta Îdareya Koçê ya Tirkiyê ku bi awayekî çalak di xebatên rizgarkirina erdhejê de cih digire, tevî zimanê Tirkî bi 7 zimanan xizmetên rizgarkirinê û alîkariyê pêş dike, lê cih nedaya zimanê Kurdî û ew yek jî li ser medyaya civakî bû cihe nerazîbûnê.

YÎMER li ser hesabê xwe yê Twitterê di 6ê Sibata 2023yan de nivîsandiye: “YIMER 157, bi 7 Zimanan (Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî, Peşto) li hemû herêmên Erdhejê piştgiriya wergerê dide. Hûn dikarin ji bo piştgiriya wergerandinê telefonê 157 bikin.”

Hejmareke zêde ya bikarhênerên medyaya civakî bertekên tund nîşanî wê yekê dan ku YIMERê cih nedaye Kurdî.

Herwiha bikarhênerên medyaya civakî diyar kirin ku li gelek kal û pîr ên ji Başur, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ku di bin kavilan de mane ji bilî Kurdî ti zimaneke din nizanin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:27:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x