Lijneya Rêvebir a İBV'yê Êrîşa Mala Neçirvan Barzanî Şermezar Kir

Lijneya Rêvebir a Weqfa Îsmail Beşikci agahîyek belav kır ü êrîşa li ser mala Neçirvan Barzanî şermezar kir.

29 Mar 2026 - 09:45
29 Mar 2026 - 09:50
 0
Lijneya Rêvebir a İBV'yê Êrîşa Mala Neçirvan Barzanî Şermezar Kir

Li daxuyanîyê Lijneya Rêvebir a Weqfa Îsmail Beşikci êrîşa duh li ser mala Neçorvan Barzanî'yê li Duhokê hat şermezar kırın û ev hat gotin:

Em êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî  ya li Duhokê, bi tundî şermezar dikin. Êrîşên bi vî rengî ne tenê kesayetek siyasî, di heman demê de statû, îstîqrar, ewlehî û vîna gelê Kurdistanê hedef  digirin.

Di vê pêvajoya dijwar de, em ji Birêz Nêçîrvan Barzanî re dibêjin derbasî be  û careke din diyar dikin ku em ji dil û can bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê  re ne. Em bawer dikin ku li hember her cure êrîşên li ser destkeftiyên Kur￾distanê, dê yekitî, biryardarî û piştevaniya milletê me hîn xurtir bibe.

Vîna Kurdistanê ya ji bo jiyaneke di nav aştî, ewlehî û îstîqrarê de, dê tu carî  nayê hejandin.

Lijneya Rêvebir a Weqfa Îsmail Beşikci

Îsmail Beşikci

Îbrahim Gürbüz

Celal Temel

Bu haber toplam 206 kişi tarafından görüldü.
Son güncellenme: 10:46:31