4 parçadan gençlik örgütleri bayraklarına sahip çıktılar

kürdistan\'ın 4 parçasından gençlik örğütleri 17 aralık\'ın Kürdistan bayrağının günü olarak kutlanması vesilesi ile ortak bir bildiri dağıttılar ve Gençler olarak bayraklarının göklerde dalgalanması için üzerlerine düşen sorumluluğu yerine getireceklerini dile getirdiler. Kürtçe olarak kaleme alınan yazıyı altta olduğu gibi veriyoruz

17.12.2015, Per - 10:56

4 parçadan gençlik örgütleri bayraklarına sahip çıktılar
Haberi Paylaş

Di roja 17 /12 an de di her sal miletê Kurd Seranserî herçar parçên Kurdistanê Roja Ala Kurdî li bîrtînin, ew alaya ku bi melyonan miletê me xwe kirine qorbanî da ku bimînê berz û bilind.


Yekemîn car ala netewî ya Kurdistanê ji layê komela Xweybûnê ve di sala 1918 an ve hat bilindikirin ji bo bibe nimayiş ji Kurdên her çar parçan re,ji bo her û her bibe diruşma berxwedan. Xweybûnê doza çarenivîsê ji


kurdan re dixwest û paş re ev al pêşkêşî endamên şanda navnetewî li kongirê Parîsêyê aştiyê bû ,yê ku pila ji serxwebûna Kurdistanê re danîn wek parçekî ji peymana Sîfer sala bi Turkya osmanî re sala(1920), û di serhildana agiriyê (1927) de li serê çiyayê agiriyê hatîye hildan.


Di mîna vê rojê de berî 70 salan alaya Kurdistanê li Komara Kurdistanê li Mihabadê de hate bilind kirin bi destê pakrewanê nemir Qazî Mihemed, û berî bêt sêdaredan alaya pîroz radestî Barzaniyê nemir kir da ku ala Kurdistanê bibe Sembola Kurdayetiyê û bimînê herdem berz .


Û di wê rojê de ta nuha bi hizaran genc û lawên kurdistanî canê xwe qorbanî dikin da ku ala me bimîne evraz û bilind.


Îro di bin sîbera Ala Kurdistanê de Pêşmergên Kuridstanê yên qehreman Şerê mezintrîn rêkxistin ya Tîrorstî li cîhanê (Dayiş )ê dikin û bervaniyê di ber ala û xaka xwa ya pîroz dikin.


Û bi saya bizava rêzgarî xwaza kurdistanê û Rêbaza pîroz ya Barzaniyê nemir ûdi çarçûveya pêvajûya xebatkarî û diblomasiya ya Serokê Herêma Kurdistanê Berêz Mesûd Barzanî ku çawa Alaya Kurdistanê li serê çiya û qad û meydanan de dihate çiklandin, îro em tevayî dibînin ala me ya pîroz tê hildan di hemî merasîmên navdewletî di kêleka tevayî alayên cîhanî. û ev ast û cihê pîroz yê ku ala kurdistanê gehiştiye bi saya siyaseta hekîmana ya cenabê Serok Barzanî .Lewra ji hemî law û ciwanên Kurdistanê tê xwestin ku herdem amadebin ji bo parastina ala û xaka kurdistana pîroz.
Û em di vê roja pîroz de bi navê ciwanên herçar parçên Kurdistanê bangewazî li hemî miletê Kurd dikin ku aramanca wa ya sereke bibe Yekrêziya helwista kurdî û parastina pirojeya netewî ya kurdî da ku em bihevr e bingeha Dewletbûna Kurdî avabikin.


Di dawiyê de em binavê Ciwanên herçar parçên Kurdistanê sozê didin ku em di bin sîbera Ala Kurdistanê xak û ala xwe biparêzin .


-Bijî Kurd bijî Kurdistan .
-Ala Kurdistanê herdem berzû bilind be .
Yekîtiya Lawên dîmoqratî kurdistanî – Başûr
Tevgera Ciwanên Kurdistanê – Bakûr
Gropa Karê Lawan û qutabyanî ya Partî Azadî Kurdistanî -Rojhilat
Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên dîmoqratî kurdistanî – Rojava

Nerina Azad
Bu haber toplam: 2760 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:14:29:53
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x