Li şûna Talebanî 3 kes bûn sekreterên YNKê

Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. Derheqê rewşa Talebanî de jî hat gotin,Talebanî li nav bajarê Ber.

31.01.2014, Cum - 08:12

Li şûna Talebanî 3 kes bûn sekreterên YNKê
Haberi Paylaş
Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin. Derheqê rewşa Talebanî de jî hat gotin,Talebanî li nav bajarê Berlînê ji xwe re digere.

Polîtburoya YNKê îro civiya û piştî civînê , kargerê polîtburoyê Mela Bextiyar ji malpera fermî ya partiya xwe re ragihand, hevjîna sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî Kosret Resûl û Berhem Salih ji vir û şûnde dê wek sekreterekî/ê kar bikin.

Mela Bextiyar diyar kir ku di civînê de karîne pişka mezin a nêrînên cuda nêzîkî hev bikin û wiha got: “Em di civînên duh û îro de gihîştin encamên dilxweşker.”

Wî berpirsê YNKê her wiha da zanîn, bo yekemîn car piştî kongreya sêyemîn a YNKê, encumenên serkirdetî û navendî yên YNKê dê sibê (31.01.2014) bicivin û li ser çawaniya lidarxistina kongre yan jî paşxistina wê biryar bidin.

Mela Bextiyar li ser nakokiyên nav YNKê de jî got, YNK mîna partiyên din nîne ku nakokiyên xwe veşêre ji ber ku hebûna nakokiyan û diyaloga li ser nakokiyan yek ji xalên bihêz ên YNKê ye, çimkî em nakokiyên xwe venaşêrin ku ji nişkave biteqe û dema pêwîst bikem em behsa wan dikin û ez piştrast im ku sibê her du encumen dê bi awayekî berpirsiyar tevbigerin.

Li gorî biryara rêveberiya YNKê, divê çaremîn kongreya wê sibê were lidarxistin lê tê pêşbînîkirin kongre were paşxistin.

Serokomarê Iraqê û Sekreterê YNKê Celal Talebanî, zêdetirî salekî ye ji ber nexweşiyê li Almanyayê tê dermankirin.

Agahiyên herî dawî li ser rewşa tenduristiya Talebanî ku ji aliyê berdevkê rewşa tenduristiya wî Dr. Necmedîn Kerîm ve hatiye ragihandin, ew e ku rewşa wî baş e û “li nav bajarê Berlînê” ji xwe re bi otomobîlê digere.
Nerina Azad
Bu haber toplam: 1575 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:01:31:56
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x