Cenêv2: Kurd dixwazin Sûriye federal be

Şandeya opzisyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de, nêrîna xwe derbarê Sûriyeyê siberojê de pêşkêş dike û şandeya Kurd jî dixwaze bi awayekî aşkere û zelal behsa gelê kurd di kaxeta nêrînê de bê kirin.<br><br>Tevî alozî û tevlîheviya ku .

30.01.2014, Per - 07:44

Cenêv2: Kurd dixwazin Sûriye federal be
Haberi Paylaş
Şandeya opzisyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de, nêrîna xwe derbarê Sûriyeyê siberojê de pêşkêş dike û şandeya Kurd jî dixwaze bi awayekî aşkere û zelal behsa gelê kurd di kaxeta nêrînê de bê kirin.

Tevî alozî û tevlîheviya ku duh di civîna danê sibehê de ya her du şandeyên rejîm û opozisyona Sûriyê derketibûn û tevî biryara Şanderê Navneteweyî û Erebî Exzer Îbrahîmî bi jinavbirina civîna danê êvarê û daxuyaniyên tund û tûj, her du şandeyan tekezî li ser berdewambûna xwe di danûstandinên Cenêvê de kirin.

Duh, di civîna danê sibehê de, şandeya opozisyona Sûriyê nêrîna xwe derbarê siberoja Sûriyê de pêşkêş kir, lê şandeya rejîmê red kir ku vê nêrînê gengeşe bike û daxwaza derçûna daxuyaniyeke şermezarkirinê li dijî biryara Amerîka ya biçekkirina opozisyona lîberel kir.

Endama şandeya opozisyonê, Rîma Filêhan ji ajansa France Presse re got nêrîna ku şandeya wan pêşkêş kiriye ew e ku Sûriyeya nû dewleteke sivîl, piralî û demokrat be ku mafê welatîbûnê û wekheviyê bêy cudahiya li ser bingeha regez, ol, mezheb, netew yan jî etnîk ji hemû sûriyan re gerantî dike.

Filêhan da zanîn ku di nêrîna xwe de behsa Desteya Hikûmraniya Veguhêz a xudan desthilat, reformkirina artêşê, mijara rêvebirina dezgehên dewletê û normalkirina jiyanê li Sûriyê kirine.

Lê Endamê şandeya Kurd, Kamîran Hac Ebdo ji Rûdawê re ragihand ku ew kaxeta nêrînê kêm bû û bi fermî duh ne hatiye pêşkêşkirin û diyar kiri ku ew kaxet îro dê bê temamkirin û bi fermî rasdestî Exzer Ibrahîmî bê kirin.

Hac Ebdo dazanîn ku di vê kaxetê de tenê behsa pêkhateyên Sûriyê hatiye kirin û gelê kurd ne hatiye binavkirin û got ew weke şandeya kurd niha hewil didin ku bi awayekî aşkere û zelal behsa gelê kurd bê kirin.

Hac Ebdo diyar kir ku ew ê nêrîna Encûmena Niştimanî ya kurd û nêrîna hevbeş ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê ku Li Hewlêrê hatibû sepandin, weke bingeh ji danûstandinan re bigrin û tekez kir ku ewê di qonaxa sêyemîn de, derbarê şêweyê dewleta Sûriyê de, daxwaza wê yekê bikin ku Sûriyê welatekî fedral ji bo hemû sûriyan be.

Lê pirsa mazin ew e, gelo eger danûstandin bi vê rîtmê herin dê bighêjin qonaxa veguhestin û darijandina Sûriyeya nû? Bê guman bersiva vê pirsê ne tenê li cem her du şandeyên danûstandinê ye.
Rudaw
Bu haber toplam: 1663 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:17:44:45
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x