1170 şervan vegeriyan Qamişloyê

Hezar û 170 şervanên Kurd piştî ku perwerdeya xwe ya li Kampa Nebekê bi dawî kir, vegeriyan baregeha xwe ya leşkerî ya li Qamişloyê.

30 Hezîran 2026 - 10:22
30 Hezîran 2026 - 10:22
 0
1170 şervan vegeriyan Qamişloyê

Li gorî nûçeya Rûdawê bi dest xistine, amadehiyên ji bo avakirina lîwayên Hisîça û Dêrikê didomin.

6 hezar Kurd tev li artêşê bûne

Heman agahî nîşan didin ku heta niha li herêmên Cizîrê û Kobaniyê, navên nêzîkî 6 hezar endam û efserên Kurd hatine qeydkirin.

Ew kes tev li artêşê bûne û meaşên xwe werdigirin.

Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar hîn pirtir bibe.

Her wiha 3 meh mane da ku pêvajoya avakirina wan lîwayan bi dawî bibe.

Navên endamên wan lîwayan berê ji Şamê re hatibûn şandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 87 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:27:17