Sêrt - 2 malbat bi çekan bi hev ketin: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 2 malbatên xizm de pevçûna bi çekan derket û kesek mir û 5 kes birîndar bûn.

3 Cotmeh 2026 - 11:03
3 Cotmeh 2026 - 11:03
 0
Sêrt - 2 malbat bi çekan bi hev ketin: Kesek mir û 5 kes birîndar bûn

Li gundikê Seydmeryemê yê gundê Xisxisê di navbera 2 malbatên xizm de ji ber deynan nîqaş derket, nîqaş mezin bû û veguherî pevçûna bi çekan.

Di pevçûna bi çekan de 6 kes birîndar bûn û piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan şandin nexweşxaneyên li Êlihê.

Ji birîndaran V.T. li Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî mir.

Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê girtin.

Ev nûçe bi tevahî 82 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:08