ENKSyê li ser Foruma MERIyê daxuyanî da: Divê rêz li piralîbûna siyasî were girtin

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser Foruma MERIyê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser vexwendinên forumê û xwest ku rêz li piralîbûna siyasî were girtin.

15 Cotmeh 2026 - 10:08
15 Cotmeh 2026 - 10:08
 0
ENKSyê li ser Foruma MERIyê daxuyanî da: Divê rêz li piralîbûna siyasî were girtin

ENKSyê diyar kir ku vexwendinên ji aliyê Saziya MERIyê ve tên kirin, divê li ser bingeha giştgîrî û hevsengiyê bin û got:

"Ev vexwendinên ji bo mêhvankirina kesayet û akademîsyenên ku girîngiyê didin mijarên Kurdan, bi taybetî jî Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê, divê hemû aliyên siyasî li xwe bigirin.

Di serî de ENKS û partî û hêzên din ên siyasî, divê bêyî cudakarî û dûrxistinê werin vexwendin."

"Peyameke neyînî dide raya giştî"

Di beşeke din a daxuyaniyê de paşguhkirina ENKSyê hat rexnekirin û hat gotin:

"Paşguhkirina aliyekî sereke yê siyasî ku di nûnertiya daxwazên gelê me yê Kurd de xwedî rol e, peyamên neyînî dide raya giştî ya Kurd. Ev yek xizmeta yekhelwestî û diyaloga berpirsiyar nake."

Li gorî daxuyaniyê, eger armanca forumê akademîk û zanistî be, baştir e ku vexwendin giştgîr û hevseng bin.

ENKSyê her wiha destnîşan kir ku divê rê li ber dîtin û nêrînên cuda yên Kurdan were vekirin.

Spasiya Baregeha Barzanî

ENKSyê di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya Baregeha Barzanî kir û wiha pê de çû:

"Em qedr û qîmetê didin şopandin û girîngîdana Baregeha Barzanî ya ji bo vê mijarê. Em hewldana wan a ji bo sererastkirina vê kêmasiyê bilind dinirxînin.

Pirsgirêka Kurdan ji wê yekê mezintir e ku tenê di aliyekî de were dîtin.

Xizmetkirina gelê me pêwîst dike ku rêz li piralîbûna siyasî were girtin. Divê beşdariya her kesî dûrî dûrxistin û paşguhkirinê were garantîkirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:17