Mustafa Uzun: Mem Ararat, muzîka kurdî û wijdanê hunermendên kurd
Hunermendê kurd yê navdar Mem Ararat di vîdyoyekê de ku di 15 ê Gulanê de hat weşandin, diyar kir ku bi salan e wî ji bo xebata xwe ya hûnerî, di nav hin saziyên kurdî de kar kirîye. Û wî got di nav wan 12 salên xebata wî de, Kom Muzikê (ku di sala 1997an de li Stenbolê hatiye damezirandin, şîrketeke hilberandin û arşîvkirina muzîka kurdî ye ku bi rêveberîya endam û alîgirên partiya siyasî DEMê de, tê birêvebirin) gelek neheqî lê kiriye. Û wan sozên ku ji wî re dane jî bi cîh neanîne. Mem Ararat dibêje ‘’Ew ne xulamê bavê tu kesî ye’’. Herweha Şîrketa Kom Muzikê jî 17 ê gulanê bersîva Mem Ararat da û got: Mem Ararat rastîyan nabêje û derewan dike.
Piştî vê vîdyoya Mem Ararat, li ser sosyal medyaya kurdî niqaşekê dest pê kir. Hin hunermendên navdar yên kurd wekî Mîkaîl Aslan, Şivan Perwer, Ferhat Tunc li dijî Mem Ararat peyivîn û Nizametin Ariç, Bilind Ibrahîm, Firat Med û hin ronakbîrên wekî Selîm Temo jî piştgîrî dan Mem Ararat. Wekî din jî hin ronakbîrên kurd jî dîtin û rexneyên xwe li ser medyaya sosyal gotin. Bi ya min ev niqaşên bi vî awayî ji bo civata kurdî pir baş e. Bi taybetî jî kesên sivîl çi qasî beşdarî van niqaşan, bibin ewqas civat ji yekrengîbûnê, yekdengbûnê rizgar dibe û bandora siyasî ya li ser civatê ewqas kêmtir dibe.
Min hunermendê hezkirî Mem Ararat yê dengxweş hîç nedîtiye û tu carî neçûme konser yan şahîyeke wî, lê ez yek ji wan kesan im ku heyranê dengê wî yê nerm im ku wekî ava çemê Dîjlê diherike. Kurdîya şîrîn bi dengê Mem Ararat hîn şîrintir dibe Tu dikarî bi saetan dengê Mem Araretê jêhatî guhdarî bikî, bêyî ku tu jê eciz bibî. Û ez dizanim ku ew bi dengê xwe yê nerm xîtabî dilê xortan dike, Loma di nav xortên kurdên Kurdistana Bakûr de Mem Ararat gelek populer e. Pirî caran dema tu li kolanên Diyarbekirê digerî, sitranên Mem Ararat wekî Xaçerê, Evîn, Xatir Xwestin olan dide.
Wekî tê zanîn bi xêra dengbêj û çîrokbêjan edebiyata kurdî ya devkî heta roja me hat û gihîşt nifşên nûh. Kevneşopî û çîrokên dîrokî bi rêya muzîkê ji nifşekî bo nifşekî din hatin veguhastin. Bi vê rola xwe muzîka kurdî di nav nivşan de pir ava kirine.
Wekî nimûne: Helbesta Feqîyê Teyran ya Ey Dilberê ku di salên 1630 - 1640 an de hatiye nivisîn, bi xêra denbêjê gorbihûşt Aram Tîgran, gihîşt serdema 2000 ê, dîsan helbesta Melayê Cizîrî ya navdar Dil ji min bir (Şox û Şengê) ku di salên 1595-1610 an hatiye nivisîn bi xêra hunermenden wekî Hîvron, Înan Tat, Aynur Dogan, Koma Faraşîn, Zuber Salîh, Ufuk Çoşkun heta roja me hat. Herweha helbesta Cîgerxwîn ya bi navê Kîne em ku di salên 1960-1970 an de hatiye nivisîn, bi xêra dengê Şivan Perwerê yê xurt, îro li meydanan ji aliyê bi hezaran kurdan ve tê xwendin.
Di civatek wekî civata kurdî ya Bakurê Kurdistanê ku roj bi roj ji zimanê kurdî dûr dikeve, dengên wek hunermendên Mem Ararat û bi giştî muzîka kurdî xwedî cîhekî taybetî ne. Ji ber ku îro muzîka kurdî rêbaza herî dînamîk a ragihandina nasnameya çandî ya civaka kurdî ye. Ew muzîka kurdî ye ku girseyan tîne ba hev û rê dide ku ew hestên hevpar yên wekî evînî, xerîbî, bêwelatî ûhwd bi zimanê kurdî bi hev re derbibirin. Îro di nav xortê kurdan de amûrê herî xurt ya ku zimanê kurdî li ser lingan dihêle, muzîka kurdî ye. Hunermendên kurd bi riya muzîka kurdî îro ji bo ziman û çanda kurdî xebateka pir bi qîmet û rûmet dikin. Hûnermendên kurd bi stran û mûzîka xwe ji siyesata kurdî zêdetir ji bo çand û zimanê kurdî dixebitin û xizmetê dikin. Muzîka kurdî wekî terapîyeke kolektiv e, ew eşa civata kurd ku her tim bi travmayên giran re rû bi rû ye, derman dike. Ew aîdiyeta civakî zêde dike. Sirûdên neteweyî, melodiyên merasîmê û stranên gelêrî bîranîn û hevgirtina hevpar a civakê zindî dihêlin û hişmendiya kolektiv diafirînin. Hunermendên populer yên wekî Mem Ararat bi berhemên xwe, bi lez şêwazên jiyanê, modayê û zimanên axaftinê yên nifşên ciwan diguherînin. Hêzaka muzîkê ya siyasî jî heye, ew dikare: Propagandaya siyasî û ramanên îdeolojîk bi rêya dengên muzîkê ji guhdaran re veguhezîne. Bi kurtî muzîka kurdî ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda kurdî de xwedî roleke gelek mezin e. Meriv dikare bibêje: Muzîka kurdî serkanîya bîr, êş, berxwedan û hêviya hezaran salan a gelê kurd e.
Berî ku ez çend tiştan li ser vîdeyoya birez Mem Ararat bibêjim, dixwazim li ser berpirsyarîya hunermend û ronakbîrên kurdan hin tiştan bibêjim.
Li gor bawerîya min hunermendên neteweyî yên kurd divê li dijî neheqiyê bibin wijdanê civata kurdî. Divê ew rûmetê ji xwe û ji hunera xwe re bigrin. Hunermend û ronakbîr li dij hegemonyaya siyasî divê nirxên gerdûnî yên mirovî biparêzin. Ku desthildarîya siyasî neheqîyekê li hunermendekî bike divê ew neheqîyê eşkere bikin û li cem kesê/î neheqî lê hatiye kirin, cîh bigrin.Yê herî giring jî ew e ku hunermend bi berhemên xwe di nav civatê de tên nasîn, ne bi fikrên xwe yên siyasî. Berhemekî nûjen ku li gor normên hunera gerdûnî hatiye ava kirin, dikare bi hezaran salan di nav civatan de bijî, lê îdelojî, fikrên siyasî zû tên guhertin û zû jî tên ji bîr kirin. Ji ber vê yekê divê hunermend di bin kontrola hêzên siyasî de nebin û berdevkitîyê nekin. Divê ew ji bo berjewendiyên hêzên îdeolojîk desthildarî û hegemonyaya çandî nexebitin. Ew serbixwe tevbigerin û zêdetir ji bo afiandina berhemên xwe bixebitin. Bêşik wekî her kesî hunermend û ronakbîr jî di fikir û bawerîyên xwe de azad in. Lê tiştê ku kesekî normal û yekî/a hûnermend ji hev cuda dike ev e: Kesekî sîvîl bi navê xwe di nav civata kurdî de belkî ji aliyê çend kesan ve bê nasîn. Lê kesên wekî Şivan Perwer, Ferhat Tunç û Mîkaîl Aslan bi xêra hunerên xwe ji aliyê bi milyonan merivan ve tên nasîn.
Yanê bi gotineke din ew wijdanê civata xwe temsîl dikin. Ji ber vê yeke divê daxuyanî, dîtin û rexneyên wan ne li gor dîtin û ideolijîya partî û rêxistina bin. Pêwîst e ew li gor krîterên hunerî û mafê mirovatî ya gerdûnî tevbigerin.
Ji bo ku hunermend hùnera gerdunî ya nûjen biafirînin, divê huner serbixwe û bêalî be, ji ber ku ew xîtabî mêjî û dilê hemû merivan dike. Dema ew ji bo ideolojî û dîtinan were afirandin ew dibe hunera propogandayê ya ji bo beşek civatê û qîmeta wê hunerê jî zêde tuneye.
Ez bi xwe nizanim ka çi qasî Mem Ararat rast dibêje yan Kom Muzik rast dibêje. Lê dema ez li dezgehên fermî yên kurdî yên siyasî dinêrim, ew pirî caran di bin kontrola rêxistinên siyasî da ne. Û alîkarîya kesekî/ê ku îdeolojî û dîtina wan neparêzin nakin û wî/wê sansur dikin. Ev rastiya civata me ye ku hegemonya siyasî ya kurd dixwaze her tiṣt di bin kontrola wê de be û rê nadin ku di civata kurdan de rexistinên pîşeyî û sivîl yên serbixwe hebin. Ku bi rastî dezgehên kurdî jî, ji bo parastin û peşvebirina çand û zimanê kurdî hatibin damezirandin, bi dîtina min divê ew li şûna ku rê li ber hunermendên kurd bigrin, divê ew ji wan re defretan çêbikin, rê li ber wan xweş bikin da ku ew bikaribin zêdetir hizmeta ziman û çanda kurdî bikin.
Hêvî dikim Mem Ararat dê hîn gelek berhemên nû bike malê ziman û çanda kurdî û muzîka kurdî dewlementir bike.
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:51