YPGyê nasnameyê şervanekî xwe yê Îranî eşkere kir

YPG ragihand ku şervanê wan ê Îranî Fuad Mistefa Sultanî canê xwe ji dest daye.

12 Berfanbar 2025 - 09:55
12 Berfanbar 2025 - 09:55
 0
YPGyê nasnameyê şervanekî xwe yê Îranî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPGyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fuad Mistefa Sultanî 9ê Kanûna Pêşîn a 2025an li nexweşxaneyeke Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Sultanî sala 1988an li herêma Neyrîzê ya parêzgeha Şîrazê ya Îranê ji dayîk bûye.

Hat diyarkirin ku ew ji neteweya Fars e.

Sultanî dema xwe li Îranê hatiye girtin û 3 salan di girtîgehê de maye.

Di navbera salên 2002 û 2007an de di nava tevgerên çepgir ên Belûçan de xebat meşandiye.

Fuad Mistefa Sultanî sala 2018an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî YPGyê bûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:15