Şeşemîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana erd û avahiyan li Hewlêrê tê vekirin

Şeşemîn pêşangeha veberhênana erd û avahiyan a navneteweyî saet 10:00 ê sibeha îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tê vekirin.

9 Îlon 2025 - 10:23
9 Îlon 2025 - 10:23
 0
Şeşemîn pêşangeha navneteweyî ya veberhênana erd û avahiyan li Hewlêrê tê vekirin

Ev pêşangeh wekî yek ji mezintirîn pêşangehên veberhênana erd û avahiyan tê hesibandin, ku 280 şîrketên navxweyî û biyanî tevlî wê bûne û şîrketên biyanî ji 16 welatên cuda hatine.

Welatên tevlîbûyî Tirkiye, Îran, Selteneta Emanê, Îmarat, Yewnanistan, Qeter, Libnan, Almanya, Erebistana Siûdî, Çîn, Îtalya û Spanya ne, ku dê proje û derfetên veberhênana erd û avahiyan pêşkêş bikin.

Ev pêşangeh dê ji bo dema çar rojan bidome û dê her roj ji saet 10:00 ê sibehê heta 6:00 ê êvarê vekirî be. Ev jî dê ji bo şîrketên navxweyî û biyanî derfeteke zêrîn peyda bike ku, yadaştên hevfêmkirinê û peymanên hevpar îmze bikin. Bi vî rengî jî, ew dê bibe pirek ji bo pêşxistina sektora erd û avahiyan li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Herwesa ev pêşangeh ji bo şîrketan derfeteke baş e ku projeyên xwe pêşkêş bikin, da ku welatî bikarin yekîneyên xwecihbûnê rasterast ji van projeyan bikirin. Ji aliyekî din ve, yek ji şertên Desteya Veberhênanê ji bo projeyên veberhênanê bi giştî ew e ku, 75% ya derfetên kar ji bo welatiyên navxweyî bin. Ev yek jî wesa dike ku ev pêşangeh bibe derfetek ji bo kesên ku li kar digirin, da ku CVyên xwe ji şîrketên tevlîbûyî re bişînin û derfetên kar bistînin.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:49