600 malbatên din ên Serê Kaniyê vedigerin ser cih û warên xwe
Di çarçoveya şeşemîn karwana vegera koçberên Serê Kaniyê de, îro 600 malbat ji her du kampên Newroz û Waşokanî yên parêzgeha Hesekê ber bi cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê û gundewarên wê ve bi rê ketin.

Ev malbat xelkê herêma Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê ne û ji ber êrîş û şerê li herêmê, ev heft sal bûn ku bi darê zorê ji zevî û malên xwe hatibûn koçberkirin û di bin konên kampan de dijiyan.
Li gorî zanyariyan, ew kes û malbatên ku îro 21ê Cotmehê di karwana şeşemîn de vedigerin, şêniyên nêzîkî 50 gundên ser bi gundewarê Serê Kaniyê, navçeya Til Temirê û nahiya Zirganê ne. Kampên Waşokanî û Newrozê yên li parêzgeha Hesekê serjimêriyeke berfireh ji awareyên van deveran di nav xwe de digirin.
Pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê bo warê bav û kalan di 10ê Tebaxa 2026an de bi derketina karwana yekem bi fermî dest pê kiribû.
Birêvebirin û çavdêriya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ve tê meşandin. Pêvajo bi hevahengiya çendîn aliyên mirovî û ewlehiyê dimeşe, da ku derbasbûna karwanan bi awayekî rêkûpêk û ewle pêk were û pêdiviyên bingehîn ji bo xelkê vegeriyayî werin dabînkirin.
Heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên ji koçberên Serê Kaniyê di karwanên cuda de gihîştine ser milk û warên xwe. Di heman çarçoveyê de, 100 malbatên din ên ku ji ber mercên koçberiyê li Serê Kaniyê bi cih bûbûn, vegeriyan ser malên xwe yên li bajarê Hesekê.
Nûvekirina herî dawî: 22:42:00




































































































































































