Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Artêşa Tirk dê li Îraq û Sûriyeyê bimîne

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Îraq û Sûriyeyê berdewam dike û diyar kir ku eger ewlehiya herêmî, ewlehiya sînoran û şert û merc bigihîjin asta pêwîst, dê rewşa baregeh û leşkeran ji nû ve were nirxandin.

21 Cotmeh 2026 - 10:58
21 Cotmeh 2026 - 10:58
 0
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Artêşa Tirk dê li Îraq û Sûriyeyê bimîne

Guler ji ajansa nûçeyan a Fransî AFPê re axivî û got ku eger ji aliyê ewlehiya herêmî û ewlehiya sînoran ve şert û mercên pêwîst pêk werin, dê rewşa herêmên baregehan û hebûna leşkerî ji nû ve were nîqaşkirin.

Guler, ji bo hevdîtinên fermî çûbû Qeterê û di rojeva wî de xurtkirina hevkariya pîşesaziya parastinê ya di navbera Tirkiye, Qeter, Pakistan û Endonezyayê de jî hebû.

Guler anî ziman ku Tirkiye di warê ewlehiyê de li gel birêvebiriya nû ya Sûriyeyê koordînasyoneke nêzîk dimeşîne û destnîşan kir ku leşkerên Tirk bi armanca xurtkirina şiyana artêşa Sûriyeyê û misogerkirina ewlehiya sînorên Tirkiyeyê erkdar in.

Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê

Guler diyar kir ku ne rast e hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê tenê li ser hejmara leşkeran were nirxandin û destnîşan kir ku şiyana hêzê û bicihbûna baregehan li gorî asta metirsiyê, ewlehiya sînoran û bipêşketinên herêmî tê pêk tê û lê zêde kir:

“Dema ku ji aliyê ewlehiya herêmî û ewlehiya sînoran ve şert û mercên pêwîst pêk werin, dê rewşa herêmên baregehên me û hebûna me ya li herêmê ji nû ve were nîqaşkirin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê her wiha behsa pêvajoya bi PKKyê jî kir û got, "Pêşveçûna pêvajoyê nayê wateya sistkirina tedbîrên ewlehiyê."

Guler da zanîn ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo Îraqê berdewam bike û eşkere kir ku di heyama pêş de dixwazin hevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera her du welatan de bigihînin asteke bilindtir.

 

Ev nûçe bi tevahî 67 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:07:08