Fermandareke YPJyê canê xwe ji dest da

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku fermandara wan a payebilind Sarya Kocabeya bi nasnavê "Bêrîtan Fuad" canê xwe ji dest daye.

25 Berfanbar 2025 - 10:07
25 Berfanbar 2025 - 10:07
 0
Fermandareke YPJyê canê xwe ji dest da

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sarya Kocabeyê 20ê Kanûna Pêşîn canê xwe ji dest daye.

Hat eşkerekirin ku Kocabey demeke dirêj bû ji ber nexweşiya gurçikan dihat tedawîkirin.

YPJyê da zanîn ku ew li Rojavayê Kurdistanê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bû û "ji ber nexweşiyê" canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de agahiyên li ser jiyana Sarya Kocabeyê jî hatin dayîn.

Hat destnîşankirin ku Kocabey sala 2012an derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û tevlî refên YPJyê bûye.

Di daxuyaniyê de wêne û vîdeoyên Kocabeyê re jî hatin dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:18