Fırat MED: Mirov ne tenê ji gotinên xwe, lê herwiha ji bêdengiya xwe jî berpirsiyar e!

Hunermend Fırat Med di daxuyaniya xwe de got ku hunermend divê li hember pirsgirêkên gelê xwe bêdeng nemîne; herwiha îdia kir ku KOM Müzîk bi hîleyek îmzeyê albûm û 12 berhemên wî ji destê wî girtiye.

20 Gulan 2026 - 20:49
20 Gulan 2026 - 20:49
 0
Fırat MED: Mirov ne tenê ji gotinên xwe, lê herwiha ji bêdengiya xwe jî berpirsiyar e!

Ji raya giştî ya Kurd re!

Hunermendên hêja,

Em hunermend ew in ku hewl didin bibin dengê hest, êş, şahî, daxwaz û dînamîkên jiyanî yên gelê xwe, azadiya wî û armancên wî yên neteweyî.

Ji ber vê yekê, hunermend ne tenê li hemberî pirsgirêkên takekesî, lê divê li hemberî êş, hêvî, daxwaz û dramên dîrokî yên netewa xwe jî hesas û berpirsiyar be. Çîroka malbata me ya mezin a ku bi sedsalan têkoşîna hebûn û berdewamiyê dide, çavkaniya herî mezin a ilham û qîrîna afirîneriyê ya me ye.

Bi vê hesasiyeta exlaqî; em bawer dikin ku divê hunermend ne tenê li hemberî neheqiyên takekesî, lê di heman demê de li hemberî polîtîka û têgihiştinên çewt ên ku netewa me diêşînin jî, helwesteke exlaqî, bi rûmet, bi zanistî û bê tirs nîşan bide. Ev ne tenê erkekî pîşeyî, lê di serî de erkekî neteweyî û mirovî yê me yê bingehîn e.

Wekî ku di dîroka mirovahiyê de gelek caran hatiye dîtin, îro jî ez bi awayekî zelal bawer im ku ev erk herî giran li ser milên hunermendan e.

Divê ev yek tu carî neyê jibîrkirin:

Carinan tiştê ku bombeyan û çekan nikarin bi dest bixin, yek eserê hunerî dikare bi dest bixe. Huner tabûyan dişikîne, bîranînê zindî dihêle, ruhê civakê dermankir dike û çîroka gel ji nifşên pêşerojê re vediguhêze.

Mixabin, ez jî qurbaniyekî polîtîkayên KOM Music im. Albûmek û 12 eserên min bi awayekî neheq û ömirdemî hatine desteserkirin. Hemî barê afirandin, gotin, muzîk û aliyên maddî yên van eseran min bi tena serê xwe hilgirtibû.

Eserên min ên hatine desteserkirin:

* Dîrok ( min diyariyek dabû Hozan Hogir )
* Zindan
* Roboskî
* Yarê
* Dîbarim
* Ez Bem
* Sultan
* Sebre
* Arteşa Hevala
* Kurdistan
* Farqîn
* Soz

Desteserkirina neheq a van eseran ji aliyê saziyeke ku me jê bawer dikir, min pir kûr êşandiye. Ez hêvî dikim ku ev neheqî di zûtirîn demê de were çareserkirin û mafên me yên qanûnî û exlaqî bên vegerandin.

Bi rûmet û hêviyê,

Ev nûçe bi tevahî 80 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:07:56