Balyozxaneya Ukraynayê nûçeya bicihkirina dronan li Herêma Kurdistanê red dike

Balyozxaneya Ukraynayê ya li Iraqê îro 21ê Cotmeha 2026an, bi daxuyaniyekê bersiva îdiayeke Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya ser bi Îranê da û ragihand, nûçeyên derbarê bicihkirina dronên wan li Herêma Kurdistanê bi temamî bêbingeh in.

21 Cotmeh 2026 - 11:12
21 Cotmeh 2026 - 11:12
 0
Balyozxaneya Ukraynayê nûçeya bicihkirina dronan li Herêma Kurdistanê red dike

Ajansa fermî ya Tesnîmê duh Sêşemê li ser zarê çavkaniyeke ewlehiyê ya bênav îdia kiribû ku Ukraynayê yekîneyên firokeyên bêfirokevan û bi hezaran dron li Herêma Kurdistanê bicih kirine.

Balyozxaneya Ukraynayê bi tundî ev îdiayan red kirin û diyar kir, ev angaşt ji rastiyê dûr in û bi mebesta dezenformasyon û xapandina raya giştî hatine belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Ukraynayê ti cure dron, yekîneyên dronan yan jî pispor û karmendên ser bi vî warî ve ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li ti ciyekî din ê Iraqê bi cih nekirine."

Balyozxaneyê herwiha bal kişand ser pêgeha peywendiyên xwe û destnîşan kir ku Ukrayna rêzeke kûr li serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê digire. Li aliyê din hat tekezkirin ku Kiyêv bi peywendiyên xwe yên dostane yên ligel Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serbilind e.

Di dawiya daxuyaniyê de, Balyozxaneya Ukraynayê bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku di karê xwe de hûrbin û hestiyar bin, herwiha xwe ji belavkirina îdiayên bêbingeh û nepiştrastkirî biparêzin.

 

Ev nûçe bi tevahî 55 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:59