Li Siûdiyê êrîşî Firokxaneya Şah Fehd hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Li Erebistana Siûdiyê êrîşî Firokxaneya Navdewletî ya Şah Fehd a li bajarê Demamê hat kirin; di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

22 Cotmeh 2026 - 10:26
22 Cotmeh 2026 - 10:26
 0
Li Siûdiyê êrîşî Firokxaneya Şah Fehd hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Parastina Sivîl û Desteya Firokvaniya Sivîl a Siûdiyê bi daxuyaniyeke hevbeş îro 22ê Cotmeha 2026an ragihand, êrîşeke asmanî li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Fehd a li Demamê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, birîndar ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin; rewşa tenduristiyê ya hinekan ji wan giran e û ya hinekan jî cîgire. Herwiha hat aşkerekirin ku di encama êrîşê de ziyaneke madî gihaye firokxaneyê.

 Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê Turkî Melkî ragihand, hêzên wan li Herêma Rojhilat 4 dron berî ku bigihêjin armancên xwe xistine xwarê û têk birine.

Desteya Firokvaniya Sivîl û dezgehên ewlehiyê tekez kirin ku hemû rênimayî û tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û niha rewşa firokxaneyê bi temamî di bin kontrolê de ye.

Ev êrîş di demekê de ye ku di van demên dawî de êrîşên Hûsiyan ên li ser Siûdiyê gelekî zêde bûne. Şemiya borî jî di encama êrîşeke berfireh a li ser Firokxaneya Riyadê de, 13 kesan canê xwe ji dest dabû û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûbûn, ku wekî xwînawîtirîn êrîşa 10 salên dawî tê tomarkirin.

Bi vê êrîşa dawî ya li ser Demamê re, ji destpêka vê mehê ve hejmara giştî ya kesên ku di êrîşên li ser balafirgehên Siûdiyê de hatine kuştin gihîşte 21 kesan.

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:07:04