Li bakurê Kurdistanê tenha altarnatif HAK-PARe
Ji ber ku bi dem û dezgehên xwe weke partiyeke Kurdistanî xwe daye îspatkirin. Di kar û xebatên wê de berdewamî heye. Salê carekê an ji çend salan carekê navê xwe naguhere, di nava yekitiyên li gor berjewendiyên sexsan cih nagire.
Em baş dizanin û tê dîtin ku piraniya partiyên bakurê Kurdistanê yên siyasî di nava lepên çend kesên xwedî perede ne. Ew çawa bixwazin reng û deng weha didin partiyê. Loma dibêjim: Çi dema partiyên siyasî ji nav lêpên wan kesan derkeve, di nava gel de belav bibe, ne serok bi tenê, hemî endam û rêvebir xwedî gotin û biryar bin, aha ew partî dibe û dikare bibe hêvî û altarnatîfa gelê xwe.
Partiyek li Diyarbekirê xwedî cihekî be û nikaribe li bajar û bajarokên Kurdistanê yên din xwe bi rêxistinî bike, ew nabe Kurdistanî. Lê dikare bibe Diyarbekirî…
Kurdistanîbûn ew e ku tu di nava gelê xwe de, xwe bi rêxistnî bike. Gelo wan partiyên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne. Çi bi dizî di nava endamên xwe de û çi jî ji eşkereyê li hember raya giştî HAK-PARê rexne dikin û nikarin sînorê Diyarbekirê derbas bikin, wê çawa bibin altarnatîfa gelê xwe. Serê çend salane kar dikin gelo li bajarê Diyarbekirê bûne xwediyê xwe û avahiyeke ku weke malê xwe bi kar bîne?
Gelo wan partiyên me yên Kurdistanî kar dikin, salê çend endaman li xwe zêde dikin? Gelo kîjan ji van partiyana bi serê xwe dikarin bikevin hilbijartinên li tirkiyê û Kurdistanê dê pêk bê û tên?
Hebûna partiyên siyasî li gor kar û xebatê tê nasîn. Li gor hêz û qawetê tê parastin û hezkirin. Xebatên partiyek siyasî li ser milên çend kesên xwedî pere nabe. Heger ew kesana dilsoz bin, dikarin bi perên xwe rêya xebatên berfireh vekin. Lê nakin. Ji ber ku divê partî tim ya wan be. Çawa dixwazin rojeva partiyê weke xwe dikin.
HAK-PAR baş xerab, em hez bikin nekin, li gor hêz û qaweta xwe, xwe ji nava çar dîwaran azad kirî ye. Ji bona bikeve hilbijartinan li 41 bajaran û zêdeyî 200 bajarok û navçayan divê xwe bi rêxisinî bike û kiriye.
Pirs di virdeye. Gelo çima partiyên me yên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, bi HAK-PARê hevkarî nakin, piştgirî nadinê ku xurtir bibe. Hûn xurt nabin, nikarin bibin altarnatîf jî. Lê çima hûn pişt nadin partiyeke ku berê wê berbi altarnatîfbûnê ve ye? Yan jî hûn ji ber çi sedemana nikarin bi HAK-PARê kar bikin. Wê bêjin da ku em jî fêm bikin. Bi çend kesên heftê salî partî xurt nabe. Ji ber ku ew kesana nahêlin û naxwazin, partî mezin bibe. Xurt û bi hêztir bibe.
Sedema ku hûn nikarin li gel HAK-PARê kar bikin çiye? Wê ji me û raya giştî re eşkere bikin ku em jî meselê fêm bikin. Dema civînên li paş deriyan derbas bûye, Di raya giştî de tiştekî dibêjin, bi dizî di nava endamên xwe de tiştekî din dibêjin. Teknîk ketiye her derekê êdî tiştên bi dizî nemaye.
Daxwaza min ew e ku hemî partiyên ji xwe re dibêjin em Kurdistanîne, bedel dane û didin, pêwîste di bin konekî neteweyî de yekrêziya xwe ragihînin. Li gor min ew ragihandin jî li gor şerd û mercên îro de HAK-PARe. Ji ber ku ji bilî wê tu partiyek din ku bikaribin li 41 bajaran û navçayan rêxistiniya xwe damezrîne, tune ne.
Ha ma gelo HAK-PAR kêmaniyên wê tune ne? Helbet hene. Em dikarin wan kêmaniyan bi hevre çareser bikin. Heger HAK-PAR xwe nede bin barê serrastkirina kêmaniyan, em dikarên wê ji raya kurdan re eşkere bikin.
Madem rewş ev e, em bi hevre dikarin HAK-PARê xurt bikin. Ya jî altarnatifek xurtir derxin. Lê em nakin, ji ber ku em fêrî tenê li Diyarbekirê xwedî cihekî bin û rojê çend salmezin li wir bicivin çay û kahweya belaş vexin û behsa salên xwe yên 1970ê bikin.
Ji ber ku partiyek ji teref çend kesan bê fînansekirin û îdarekirin, guherandin di wê de zehmet e. Loma jî em nikarin jin û ciwanan bînin nav refên xwe. Di rewşeke weha de gelo hebûna partiyek Kurdistanî ji bona çi ye?
Welat li ber têkçûnêye, ziman nemaye. Orf û adetên kurdî kuştune. Hê em bi paçan serê xwe mezin dikin û dibêjin em jî hene. Helbet hebûna wan pêwîst û lazimin, lê bê kar û xebat, bê çalakî mayîn jî te bi pêş naxe û her dihare tu dibe partiyek şexsan. Şexs jî ji bona xwe û malbatê kar dikin.
Loma dibêjim: HAK-PAR him partiyeke xwedî dezgehên rûniştî ne û him jî xwedî xeteke neteweyî ye. Mafê wê ê hilbijartinan heye. De ka em bi hevre vê bikin altarnatife gelê xwe. Bi hevre û bi awayekî kollektîfî weke kurdên bakurê Kurdistanê bibin xwedî altafnatîfeke Kurdistanî. Lê wekî din jî pêşniyarên dilsozane hebin helbet divê em li ser wê jî rawestin.
ÊDÎ HÛN DIZANIN. “Ya em ê bibin yek ya jî em ê herin yek bi yek”.
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 14:28:01
