Monitor: Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê dike
Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dixwaze ku ji bo pêvajoya çareseriyê roleke bibandor bilîze.

Malpera Monitorê ya Amerîkayê di raporeke xwe de da zanîn ku Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan rasterast daxwaza alîkariyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Hat ragihandin, alîkarî ji bo gotûbêjên ji bo bidawîanîna şerê 40 salî yê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de hatiye xwestin.
Monitorê diyar kir ku hefteya borî nameyeke Ocalan gihîştiye ber destê Nêçîrvan Barzanî û tê de hatiye gotin ku encama gotûbêjên niha yên ji bo bidawîanîna şer "dê bandorê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bike" û gotiye:
"Armanca min a di vê pêvajoyê de ew e ku em bigihêjin çareseriyeke mayînde ku li ser bingeha prensîbên demokratîk be."
Di nameya Abdullah Ocalan a ji bo Nêçîrvan Barzanî de hatiye gotin:
"Gelekî girîng e ku hûn jî serkirdayetiya vê pêvajoyê hilgirin ser milê xwe."
Ev daxwaza Ocalan di demekê de ye ku nediyariyek li ser paşeroja gotûbêjan û pêvajoyê bi giştî heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêncşema borî çû serdana Enqereyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyabû.
Berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civîna Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de ji Monitorê re gotiye:
"Di wê civîna ku saetekê berdewam kir de, Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Tirkiyeyê xwest ku ji bo bilezkirina hebûna çarçoveyeke yasayî bandora xwe bi kar bîne" ku rê bide gerîla ji çiyayên Başûrê Kurdistanê dakevin.
Nûvekirina herî dawî: 13:03:04