PSK ya îro û temsîleke Kurdistanî!!!
'' Îro em bala xwe didinê helwesta PSK ya niha ku bi tundî şaşî û kêmaniyên PkkDEMê rexne dikin. Li gor van nivîs, gotin û şiroveyên wan jî mirov dibîne ku PSK ya îro vegeriya ye li ser xeta xwe ya damezrandinê.''
PSK jî weke hin partiyên bakurê Kurdistanê xwedî dîrokek dirêj kar û xebatên ji bona azadiya Kurdistanê weke partî li bakurê Kurdistanê û li ewropa kirî ye.
PSK di dîroka bakurê Kurdistanê de gelek pêngavên hêja di dem û zemanê xwe de avêtibû. Yekem car li bakurê Kurdistanê du şaredarî bi dest anî bû.
Kovar û rojnemeyên bi tirkî û kurdî weşandibûn û dabûn weşandin. Di warê zimanê kurdî de gelek pêngavên hêja, kar û xebat rind û delal kiribû.
Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980 ku li tirkiyê û bakurê Kurdistan pêk hatibû, PSK jî weke rêxistinên bakurê kurdistanê ji bona kadirên (qadro) xwe biparêzin, derket derveyî welêt. Lê hin kes û kesayetiyên wê yên nehatin nasîn di nava welêt de man. Gelek jî hatin girtin û ketin zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî ye.
PSK bi derketandina xwe ya derve, li ewropa jî gelek karên hêja kirin. Yekem komelaya demokratîk li Almanyayê bi navê KOMKARê vekirin. Bi vekirina wê komeleyê gelek xebatên hêja ji nû de li ewropa li ser destê wê hate meşandin.
Folklor, muzik û çanda kurdistaniyan bi xebatên xwe, bi dewletên ewropa dane nasîn. Kes û kesayetîn kurd, karker û xwendevanên kurdan di bin konê xwe ê welatparêz de civand. Karkerên kurd, ciwan û siyametmedarên kurd bi rêxistinî kir.
PSKê piştî salên 2000 li welêt jî xebatên di warê demokratîk de li bakurê Kurdistanê û li tirkiyê gavên hêja, avêt. Li gel weşanxane û rojnameyên xwe dest avêt vekirina partiya legal da ku bikaribe bêtir kar û xebatê ji bona azadiya gelê xwe bike.
Lê di dem û zemên de PSK û komeleyên wan her çiqasî li ser nigên xwe man jî weke gelek rêxistinên din endamên wan roj bi roj westiyan qelsî û lawazî di nava wê de jî destpê kir.
Lê di demek û zemanekî xerab de ku weke kurd ne li bendê bûn, ew jî weke hin rêxistin û partiyên Kurdistanî nakokî û nexweşî keta nava wê jî. Li gor min wana hemî ne di warê xeta siyasî an ya îdeolojîk bûn. Bêtirên wan şexsî bûn.
Dîsa weke gelek rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê di nava hin rêber û endaman de nakokî derketin û ew bû sedema ji hev veqetandina PSK û HAK-PAR. Vê ne tenê dilê hin endaman êşand. Ew bû dilêşandina gelek canik û camêrên welatparêz jî.
Ji ber ku HAK-PAR bû bû weke partiyeke girseyî ya hemî welatparêzin bakurê Kurdistanê, yanî bi vî awayî lê dihate nerîn. Her weha roj bi roj xurt jî dibû. Gelek canik û camêran hêvî dikirin ku ev ê bibe altarnatîfa kurdên bakurê Kurdistanê.
Lê nebû û ew jî ji hev veqetiyan ango weke PSK û HAK-PAR bûne dudo. Ew hêz û qaweta xwe ya ku berbi altarnatîfekê de gav diavêt jî hema hema têk çû. Gelek canik û camêr ji nû de ketin nava bê altarnatîfeke Kurdistanî.
Dûre PSK ya ku ji roja PKK hatabû ser dika Kurdistanê ku weke rêxistineke terorîst bi nav dikir, bi nêzîkiya xwe weke PSK ya nû, hin dost û alîgirên PSK aciz kirin ku wan jî gotinên ne li rê PSK rexne kirin ku ez jî yek ji wan bûm.
Bêtirên kesên PSK rexne dikirin ku em li ber keda ku bi salan dabû PSK ê diketin û diêşiyan. Lê ez bi xwe jî yek ji wan kesên ku min gelek bi tund û li gor hin gotinên ne li rê jî ew rexne kir. Ez di wî warî de şaş bûm û doza lê borînê li endam, serok û rêberên PSK dikim.
Ha çima min ev nivîsî?
Îro em bala xwe didinê helwesta PSK ya niha ku bi tundî şaşî û kêmaniyên PkkDEMê rexne dikin. Li gor van nivîs, gotin û şiroveyên wan jî mirov dibîne ku PSK ya îro vegeriya ye li ser xeta xwe ya damezrandinê. Ev jî di berjewendiya gel û miletê me de ye.
PSK ya îro di van heyamên dawî de gelekî behsa yekitî û hevkariya rêxistinên Kurdistanî jî dike û xwe ji tevger û partiyên bi ser pkk ve dûr xistine an weha rê didin. Ev jî gaveke baş û erênî ye.
Ji ber vê ez weke rewşenbîrekî gazî û hawara xwe dighêjînim serok, rêber û hemî endamên PSK ku divê ew berê li gel hevalbendê xwe yên berê têkiliyên xwe xweş bikin. Ji ber hin kêmanî û şaşiyan divê lêborîna xwe jî bixwazin. Lêborîn xwestin erka serketinê ye.
Bi vê nivîsa kurt de hêvîdarim ku we mebesa min fêm kiribin. Em bixwazin nexwazin PSK bi dîrok û karên xwe partiyeke xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Ji bona xatirê wê dîroka dirêj divê em hemî bi hevre hewl bidin ku li bakurê Kurdistanê temsîleke Kurdistanê derxin.
Heger bi rastî jî PSK bixwazin ew dikare gelek gavên erênî bavêje. Li gor min gava ewil divê berbi rêhevalên xwe yên berê û dûre jî berbi hemî partî û rêxistinên Kurdistanî pêk bîne. Îro ji her demê bêtir yekitî û yekrêziya nava mala kurd lazim e.
PWK di vî warî de hin gavên baş û erênî avêtine û diavêjin, dibêjin û dinivîsînin. Berê jî hevkariya PSK weke bi navê PAKê li gel wan hebû. Li ser asasê berjewendiya gel divê hemî gavên erênî bêne avêtin da ku em bikaribin gelê xwe ji xeta entegrasyonê ku ya rastî tunebûna gel e, xelas bikin.
Ew jî tenha bi yekitî û yek rêziya nava mala kurd de dibe. Em kurd li hember hev tund û tûjin, lê li hember dagirkeran ne weha ne. Bi vê wesîlayê divê em hemî lêborînê ji hev bixwazin da ku bikaribin weke bra yekitî û yekrêziya xwe bixuliqînin.
Ya na em û gel bi temamî têk diharin. Bi vî halê xwe em dikarin weke partî û rêxistinên Kurdistanî heta demeke din jî li ser nigên xwe bimînin, lê jê û pêve li gor projeya dewletê û pkk em ê hemî bi hevre têk herin…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 15:54:56
