Muxalefet û altarnatîfeke neteweyî!!!

21 Îlon 2026 - 15:18
21 Îlon 2026 - 15:18
 0
Muxalefet û altarnatîfeke neteweyî!!!

Pêwîste hemî kurdên ji welatê xwe hez dikin. Partî û rêxistinên me yên siyasî kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Bifikirin ku çima em bêtir ji hev dikevin û nikarin li gel hev bibin hêz û qaweteke Kurdistanî? Çima nikarin bibin xwedî eniyek neteweyî? Çima nikarin li ser xeta neteweyî bi hevre di bin konekî neteweyî de kar bikin?

Vana hemî pirs in û bersîva wan heta niha bi rastî û dilsozî nehatiye dayîn. Yên dixwazin vê bibersivînin jî li gor rastiya xwe bersîvê didin ku ev jî ne rast e. Divê bersîv li gor pêvajoyên ku em tê de derbas bûne û li gor şert û mercên niha be.

Hebûna muxalefetek çêker di nava rêxistin û partiyande hebe, li gor min ev ê bibe pêşketin û serketina wê tevger û partiyê. Li divê ew jî li gor normên partiya xwe tevbigerin û ji bona nerîn û dîtinên xwe bi serbixwe, bibin xwedî muxalefeteke çêker.

Lê mixabin em Kurd weha nakin. Muxalefeta nava tevger û partiyên me ne muxelefet in. Ji ber ku roja dibin muxalefet, hedef û armanca wan ya dê partiyê bi destê xwe bixin ya jî dê ji partiyê veqetin ku wê lawaz dikin. Lê ew jî bi sernakevin. Loma divê karên wan ne perçebûn be, armanc xurtkirina partiya xwe li gel pêşniyarên xwe, wê  bi pêşxistin be.

Ji ber vê ye ku em kurdên bakurê Kurdistanê nebûna û nikarin bibin xwedî muxalefeteke bi hêz û qawet ku em bi hevre li hember siyaseta ku dixwazin kurdan entegreyê tirkiyê bikin û talî jî daxwaza wan tunebûna kurdan e, bi hevre bi hêzeke xurt, derkevin.

Ew kesên li ser navê muxalefetê, partiyê bi dest xwe nexin ango bi sernekevin, çend xebatkar û dilsozên hêja jî bi xwere dibin û ji partiyê vediqetin. Mixabin îro ji perçebûnê bêtir yekitiya mala kurd lazim e…

Bi sedan sal in ku kurd vê rewşê dijîn, berê axa û serokên hin eşîran ev dikirin, niha di nava partiyên me yên siyasî de ev reş guncav e. Loma di demên berê de, du bra bûn, li hev nedikirin gundê xwe dikirin du beş û her yek ji wan dibû axayê beşekê. Dagirkerên ku ev nakokî didîtin jî li gel yek ji wan têkiliyên xwe xweş dikirin ku yên din têk bibin. Her weha jî dibû. Di dîroka me de mînakên vê gelek in.

Di baweriya min de muxalefeta ji partiya xwe vediqetin wê lawaz û bê  hez dikin. Ew bi xwe jî bê hêz dimînin. Loma jî ev ne çareserî ye. Hêrs û armanca hinan pêk anîn e. Li alîkî din jî destên tarî di nava me de pir in. Ew jî naxwazin kurd li bakurê Kurdistanê bibin xwedî hêz û qawetek neteweyî.

Heta niha me gelek 200(!) kesên ji partiya xwe veqetiyanin û di tu waran de bi serneketine, dîtine. Taliya wan bûne li mala xwe rûniştandin û xwe ji siyaseta bi rêxistinî dûrxistinê. Heger ne weha ba, em jî niha bû bana xwedî hêzeke neteweyî û serketî.

Îro êşa em li bakurê Kurdistanê dikşînin, ji hev belavbûn û neyekrêziya nava mala me ye. Heta ku em vê rewşê bijîn zehmete ku em mafê xwe ê rewa bi dest bixin.

Heger perçebûn û ji hev belavbûn çareserî ba, bi salan e ku em vê dikin, lê qet bi ser neketine û her ku dihare em wenda dikin,  kirine.

Gelo çima em ji vê dersekê nagirin, nabin xwedî muxalefetek çêkir? De fermo canik û camêrên ji partiyên xwe vediqetin û nikarin xwe bi rêxistinî bikin bersîva vê bidin. Me heta niha li bakurê Kurdistanê gelek muxalefetên weha dîtine û taliya wan li mala xwe rûniştandin û destên xwe ji siyaseta rêxistiniyê kişandin bûye. Ev jî bi serê xwe zerareke mezin e ku tevgera Kurdistanî qels û lawaz dike…

Ez gihiştime wê baweriyê ku me ji ber muxaleta perçekirinê, weke tevgerên bakurê Kurdistanê tenha zerar dîtine. Loma jî em her wenda dikin û nikarin vê rewşa xerab bi hevre munaqeşe bikin da ku em ji bona bi destxistina mafê gelê xwe ê rewa bi hevre kar bikin.

Divê êdî em ji vê rewşê re bêjin bes e, muxalefeta nava partiya xwe xurt bikin, lê bila ew ne ji bona perçebûn û damezrandina partiyek nû be. Bila ji bona çaksazî û pêşketinê be.

Ji xwe têra xwe partiyên me hene. Li ser me ferz e ku em yên heyî xurt bikin. Dibe ku mirov weke hev jî nefikire, lê ji bona berjewendiya gelê Kurd ku li ber têkçûnê ye, em mecbûrî hev in. Divê em partiyên xwe û muxalefeta nava wan ya çêker jî bi hêz bikin da ku em bi hevre bibin xwedî altarnatîfek girseyî ya bakurê Kurdistanê…

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:25:33