Pêleke berf û baranê 3 parçeyên Kurdistanê dide ber xwe
Saziyên keşnasiyê ji bo Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.
Li gorî pêşbîniyan, pêleke berf û baranê dê ji roja Înê heta roja Duşemê 3 parçeyên Kurdistanê bide ber xwe.
Li hinek deverên Kurdistanê hişyariya lehiyê û li hinek deveran jî, bi taybetî li bakurê welêt, hişyariya berfê hat dayîn.
Bakurê Kurdistanê
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo roja Yekşemê li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Herêma Serhedê hişyariya berfê da.
Li hinek navçeyên parêzgehên Meletî, Erdexan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê berf bariya.
Li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Sêwaz û Erzinganê de ji ber berfê barhilgirek û 3 otomobîl li hev qelibîn.
Rojhilatê Kurdistanê
Saziya Keşnasiyê ya Îranê pêşbînî dike ku ji roja Şemiyê ve pêleke baranê parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê bide ber xwe.
Li Urmiyeyê hişyariya zer hatiye ragihandin û ji bo lehiyê amadehî tên kirin.
Ji bo Îlamê hişyariya porteqalî hatiye dayîn ku metirsiya lehiyê heye.
Ev baran girîng e ku piştî 53 rojan ji destpêka demsala payîzê ve cara yekem e dibare.
Başûrê Kurdistanê
Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku dê ji êvara Înê ve baran dest pê bike û roja Şemiyê piraniya deveran bide ber xwe.
Li hinek deveran baraneke zêde û birûsk tên çaverêkirin, li deverên bilind ên çiyayî jî berf dibare.
Germahî dê li gorî roja Înê 4-6 pileyan dakeve.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:07