New York Times: Amerîka û Îsraîl plan dikin ku piştî hilbijartinan li Îranê bidin
Li gorî raporeke rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê, artêşên Amerîkayê û Îsraîlê planeke nû daniye da ku piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya Amerîkayê careke din êrişî Îranê bikin.

Li gorî raporeke rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê, artêşên Amerîkayê û Îsraîlê planeke nû daniye da ku piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya Amerîkayê careke din êrişî Îranê bikin.
Tevî ku di 7 mehên borî de vî şerî nekarî bigihe armancên xwe û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gelek caran di deqeyên dawî de plana êrişan betal kir, her du welat dîsa mijûlî rahênan û amadekariyan in.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth hefteya borî serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiribû da ku êrişên nû gotûbêj bikin.
Armancên êrişê û gumanên pisporan
New York Timesê da zanîn ku dibe jêrxana enerjiyê, tesîsên nukleerê û cebilxaneyên mûşek û dronan ên li Îranê werin hedefgirtin.
Lê belê di raporê de amaje pê tê kirin ku berpirs û pisporên Amerîkayî bi guman in ku tevgereke nû ya leşkerî bikaribe Tehranê neçarî lihevkirineke dîplomatîk bike.
Bi taybetî di qonaxa yekem a şer a di navbera mehên Sibat û Nîsana îsal de tenê bihayê petrolê li seranserê cîhanê bilind bû.
Her wiha ji ber kêmbûna mûşekên parastinê, zexteke mezin kete ser Pentagonê.
Gefên Îranê li ser înternet û deryayan
Berpirsên Îranê ragihand ku eger êriş ducare dest pê bikin, bersiva wan dê tenê li ser keştîvanî û zeviyên petrolê nemîne.
Wan hişyarî da ku ew dê navendên datayan (data center) û kabloyên înternetê yên li binê deryayê bikin armanc û ev şer dê kurt û sînordar nemîne.
Çima êriş tên bipaşxistin?
Her çi qasî Trump dikare fermanê bide jî, li gorî nirxandina raporê tê çaverêkirin ku ew heta temamkirina hilbijartinên Amerîkayê yên destpêka Çiriya Paşîn bisekine.
Sedemeke din jî ew e ku hêz û keştiyên balafiran ên Amerîkayê hîn bi temamî li herêmê bi cih nebûne.
Hilbijartinên navxweyî yên Îsraîlê yên 27ê Çiriya Pêşîn jî dibe ku bibin sedema pirsgirêkan.
Lê hinek çavdêr di wê baweriyê de ne ku Netanyahu dikare van gefên ewlehiyê ji bo dirêjkirina desthilata xwe bi kar bîne û hevrikên xwe bikişîne nav hikûmeteke tifaqa neteweyî.
"Dayîka Hemû Bombeyan" û Çiyayê Kulingê
Li gorî New York Timesê, planeke Amerîka û Îsraîlê ya ji bo lêdana tesîsên nukleerî yên kûr ên di bin erdê de heye ku yek ji wan jî Çiyayê Kuling e.
Trump pêşniyar kiriye ku ji bo vê armancê bombeya herî mezin a nenukleerê ya Amerîkayê ya ku wekî "Dayîka Hemû Bombeyan" (MOAB) tê zanîn were bikaranîn.
Lê pisporên leşkerî diyar dikin ku ev bombe li ser rûyê erdê diteqe û şiyana wê nîne ku biçe nav kûrahiya çiyayên kevirî yên wê deverê.
Aliyê Îranî hişyarî daye ku her êrişa nû dê bi bersiveke gelekî tundtir û dijwartir rû bi rû bibe.
Tehran her wiha dê bihayê petrolê li cîhanê zêde bike da ku gelê Amerîkayê zererê bibîne.
Nûvekirina herî dawî: 22:46:47






































































































































































