2 kes li ber stayuma Besrayê canê xwe ji dest dan

Li Besrayê 2 handerên futbolê canê xwe ji dest dan û 60 kesên din jî birîndar bûn.

19 Çile 2023 - 06:18
19 Çile 2023 - 06:18
 0
2 kes li ber stayuma Besrayê canê xwe ji dest dan

Ajansa nûçeyan a Îraqî ragihand, li Besrayê 2 handerên futbolê canê xwe ji dest dan û 60 kesên din jî birîndar bûn.

Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li stadyuma Besrayê, dê bi fînala Kûpaya Kendavê di navbera Iraq û Omanê de birêve biçe. Beşek ji handeran jî ji duh êvarê ve ketin stadyumê û ji niha ve jî qerebalixeke zêde li ber stadyumê heye.

Ajansa nûçeyan a Îraqî ragihand, di qerebalixa li ber stadyumê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 60 kesan jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1030 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:31:29