3 nivîskarên Kurd hatin desteserkirin

Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.

6 Adar 2025 - 11:13
6 Adar 2025 - 11:13
 0
3 nivîskarên Kurd hatin desteserkirin

Lî gorî nûçeya MAyê, hêzên ewlehiyê îro di serdegirtinên malan de nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin desteserkirin.

Mevlut Aykoç li Stenbolê, Samî Tan li Rihayê û Ronayî Onen jî li Amedê ji malên xwe hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku nivîskarên Kurd ji ber pirtûka fêrbûna Kurdî ya bibandrol "Hînker"ê hatine desteserkirin.

Îfadeya Serokê Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Rihayê Samî Tanê li Birîvebiriya Ewlehiya Parêzgeha Rihayê hat standin.

Hat îdiakirin ku Hînker "materyaleke perwerdehiya îdeolojîk a rêxistinê" ye.

Ji Samî Tan pirsên derbarê pirtûka fêrbûna Kurdî "Hînker"ê  hatin kirin ku wî bi hevkariya Ronayî Onen, Mevlut Aykoç û Mehmet Sadik Varlî sala 2010an de amade kiriye.

Sedema amadekirina asta 3yemîn a "Hînker"ê hat pirsîn ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ve salên 2010, 2011 û 2012an ji bo weşanê hatiye amadekirin.

Samî Tan diyar kir ku "Hînker" ji bo kursên taybet ên zimanê Kurdî hatiye amadekirin.

Karê îfadesdayîna Tan a li rêvebirya qediya lê dema desteserkirina wî bi qasî rojekê hat dirêjkirin.

Tê gotin ku hêzêne ewlhiyê dê sibe Samî Tan bişîne dadgehê.

 

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:56:08