5 çekdarên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve li Humisê hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê li gundewarê rojhilatê Humisê êrîşî hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê kirin û di encamê de 5 çekdarên ser bi rêjîmê ve hatin kuştin.

8 Hezîran 2024 - 07:29
8 Hezîran 2024 - 07:29
 0
5 çekdarên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve li Humisê hatin kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê bi çekên sivik û mamnavend li gundewarê rojhilatê Humisê êrîşî grûpa Lîwaya Qudis a ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û ji aliyê Rûsyayê ve tê piştgirîkirin kir û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2024an ve 395 kes di operasyonên leşkerî yên li nav biyabana Sûriyeyê de hatine kirin, hatine kuştin. Ji wan 43 sivîl, 27 çekdarên DAIŞê û 325 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve ne.

 

Ev nûçe bi tevahî 991 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:50:25