5 kurdên din li Urmiyê hatin îmdamkirin

Hat ragihandin ku 5 hemwelatiyên din ê kurd li bajarê Urmiye yê Îranê ji aliyê rejime ve îro sibehê hatin îdamkirin.

23 Avrêl 2018 - 05:39
23 Avrêl 2018 - 05:39
 0
5 kurdên din li Urmiyê hatin îmdamkirin

Li gor çavkaniyên herêmî, îro berê sibehê li girtîgeha bajarê Urmiyê, 5 girtiyên kurd ku bi tohmeta kuştina biqest cezayê îdamê li wan hatibû birîn, hatin îdamkirin.

Çavkaniyên herêmî tenê nasnameya du welatiyên kurd ku hatine îdamkirin belav kirin û li gor zanyariyan yek jê Teyîb şêx Nejad Mukriyê 28 salî û ji xelkê bajarê Şino ye, yê din jî Qadir Mihemed Hesen e û xelkê bajarê Urmiyeyê ye.

Demek berê Rêxistina Efûya Navneteweyî derbarê îdamên cihanê de raportek belav kiribû û li gor raportê li Îranê di sala 2017an de bi giştî 507 kes hatine bidarvekirin û 501 ji wan zilam in û 6 jî jin in.

Ev nûçe bi tevahî 1689 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:53:02