61 saziyên sivîl êrîşa li Mêrdînê şermezar kirin
"Ji bo ku bûyerên wisa careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were meşandin".

Li ser êrîşa li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê ku li ser rêya Nisêbîn- Mêrdînê hat kirin û di encamê xwe 5 welatiyên ji Duhokê canê xwe ji dest dan, 61 saziyên sivîl daxuyaniyek dan û ragihandin, “ji bo ku bûyerên wisa careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were meşandin”.
Saziyên sivîl li bajarê Mêrdînê derbarê êrîşa şeva 19ê Çileyê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê di wê êrîşê de canê xwe ji dest dan, daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hat diyar kir: “5 kesên ku ji cîranê me yê bajarê Duhokê bi rêya Xabûrê derbasî welatê me bûn û li ser rêya Nisêbîn-Qoserê bi êrîşeke hovane hatin qetilkirin. Em ji bo qurbaniyan rehmet û ji malbatên wan ên xemgîn re sebr û sersaxiyê dixwazin. Ji ber desteserkirina gumanbarên kuştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û radestkirina wan bo dadgehê, em spasiya xwe dikin.”
Herwiha hat eşkerekirin: “Lê belê, hêviya me ew e ku bûyerên bi vî rengî ti car rûnedin û derfet nedin vê yekê. Em hevxemê birayên xwe û cîranên xwe ne, ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em kujeran bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku lêpirsîna dozê bi awayekî şefaf û bi hûrgilî were meşandin.”
Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.
Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.
Nûvekirina herî dawî: 16:50:54