70 malbatên ereb ên din li Efrînê hatin bicihkirin

Hat ragihandin ku 70 malbatên erebên li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.

28 Avrêl 2018 - 14:00
28 Avrêl 2018 - 14:00
 0
70 malbatên ereb ên din li Efrînê hatin bicihkirin

Li gorî nûçeyeke Rûdawê de hat diyarkirin ku çavkaniyekî ji herêmê ragihandiye ku îro 70 malbatên ereb li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.

Di nûçeyê de hat parastin ku hejmara wan erebên îro li bajaroka Şiyê hatine bicihkirin, 207 kes in û hat gotin ku komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li bajaroka Şiyê dimînin, ew malbatên ereb li malên kurdan ên hatine terikandin, bi cih kirine.

Bajaroka Şiyê ji sed malan pêk tê û ji sedî 50yê wan malên xwe terikandine û hêj venegeriyane malên xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1396 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:36:28