Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin Efrînê

Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, qebareya erdhejê mezin e û "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne".

11 Sibat 2023 - 03:58
11 Sibat 2023 - 04:09
 0

Duh roja Înê 10ê Sibata 2023an, alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşte bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku alîkariya ziyandîtiyên erdheja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin. Em li her derê xizmetkarê gelê xwe ne û bêyî ciyawazî em alîkariya her kesî dikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek bi germî pêşwazî li me kir û em soz didin, her çi ji destê me were ji bo alîkarîkirina ziyandîtiyên erdhejê dikin.” Herwiha destnîşan kirî qebareya erdhejê mezin e û “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê li Efrînê bimîne.”

Mûsa Ehmed herwiha eşkere kir: “Me nêzîkî 250 ton kelûpelên alîkariyê anîne Rojavayê Kurdistanê.”