Amedsporê li mala xwe puan parve kirin
Amedsporê li hemberî alîgirên xwe yên ku Stadyuma Amedê tije kiribûn, bi Istanbulsporê re têkoşîneke dijwar da û maç 0-0 bi wekheviyê bi dawî bû.

Di hefteya 11emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de Amedspor li mala xwe bi Istanbulsporê re lîst.
Maça krîtîk bi tempoyeke bilind derbas bû.
Nîvê yekem bê gol bi dawî bû
Amedspora ku di lîgê de ji bo lûtkeyê dilîze, di nîvê yekem de nekarî lîstika ku dixwest saz bike û şansê golê peyda nekir.
Di nîvê yekem de lîstikeke hevseng hebû û di xulekên dawî yên nîvê yekem de Istanbulsporê gelek pozîsyonên golan peyda kirin û tirs xist dilê alîgirên Amedsporê.
Tîma Amedê ku bi awayekî baştir dest bi nîvê duyem kir, gelek pozîsyon peyda kirin lê lêdanên Diagne û Saba heta xuleka 80yî ya maçê negihiştin torê.
Gola Diagne hat betalkirin
Mbaye Diagneyê di xuleka 84an de Amedspor 1-0 xist pêş lê hakem bi biryara ofsaydê gol betal kir.
Hewldanên tîma mêhvan a ku bi hemû hêza xwe li hemberî Amedsporê têdikoşiya jî heta xuleka dawî ya maçê di lepikên Erce Kardeşler de man.
90 xulekên maçê bê gol bi dawî bûn û di xulekên zêdekirî de jî gol çênebû û maç 0-0 xelas bû.
Amedspor bi vê encamê bi puanekê razî bû 20î û di rêza 5an de cih girt.
Nûvekirina herî dawî: 13:51:27



































































































































































