Amerika ji rojhilatê Firatê vedikişe?

Serokê Amerîka radgihîne wan DAIŞê li Sûriyê şikenand û ji bo vê mebestê hêzên Amerîkî li wî welatî hebûn.

19 Berfanbar 2018 - 14:34
19 Berfanbar 2018 - 14:34
 0
Amerika ji rojhilatê Firatê vedikişe?

Serokê Amerîka Donald Turmp di twîtekê de nivîsandiye ku, wan rêxistina DAIŞê li Sûriyê şikenand, û ji bo vê mebestê hêzên Amerîkî li wî welatî hebûn.

Li gor ajansa Reutersê, ku ji çavkaniyeke serbazî ya Amerîka veguhestiye, di pêngaveke bilez de fermandariya serbazî ya Amerîka bi wê yekê hatiye spartin, ku amadekariyan bike ji bo vekişandina tevahiya hêzên xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyê.

Ev amadekarî di demekê de tê, ku Wezîrê Bergirî yê Amerîka James Mattis ragehandibû ku, DAIŞê jinav neçûye û divê ligel Hêzên Sûriya Demokrat hemahengiyê bikin, heta nemana wê rêxistinê.

Ev nûçe bi tevahî 1353 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:10:23