Amerîka mûşekên dûravêj ên zîrek dişîne Ukraynayê

Amerîka di pakêta dahatû ya alîkariyên serbazî de, mûşekên dûravêj ên zîrek dişîne Ukraynayê.

3 Sibat 2023 - 11:20
3 Sibat 2023 - 11:20
 0
Amerîka mûşekên dûravêj ên zîrek dişîne Ukraynayê

Rojnameya Financial Times a Brîtanî ragihandiye, biryar e Amerîka pakêteke din a alîkariyên serbazî bi bihayê 2.2 milyar Dolar bo Ukraynayê ragihîne û ew pakêt mûşekên dûravêj ên zîrek li xwe digre.

Hat eşkerekirin ku şiyana wan mûşekan a birîna 94 mîl heye û dikarin ji çend sekoyên cuda weke mûşekan biavêjin, ji wan jî sîstema mûşekavêjên Himars.

Herwiha hat destnîşankirin ku ev mûşek dê ji bo artêşa Ukraynayê alîkar bibin, ku gelek baş dikarin li armanca xwe bixin.

Ev nûçe bi tevahî 764 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:18:58