Amerîka li Sûriyê dimîne

Nûnerê Serokê Amerîka yê li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand ku hêzên wan wê li Sûriyê bimînin û ji bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi demê heye.

22 Berfanbar 2017 - 07:39
22 Berfanbar 2017 - 07:39
 0
Amerîka li Sûriyê dimîne

Nûnerê Serokê Amerîka yê li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand ku hêzên wan wê li Sûriyê bimînin û ji bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi demê heye.

Nûnerê Serokê Amerîka yê li dijî DAIŞê Brett McGur di derbarê hêzên Amerîkî yên li Sûriyê axivî û wiha got: “Hêzên me wê li navçeya Tenef ku dikeve başûr rojhilatê Sûriyê bimînin û ji bo deverên din jî ti niyeteke me tine ye ku em hêzên xwe vekişînin. Ji bo jinavbirina DAIŞê pêdivî bi dem heye û xebateke mezin li pêşiya hevpeymana navdewletî heye.”

Ev nûçe bi tevahî 2240 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:38:57