Amnesty ji bo taxên Kurdan ên Helebê bang li hikûmeta Sûriyê kir

Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî Amnesty ragihandiye ku pêwîst e hikûmeta Sûriyê dorpêçê ji ser welatiyên sivîl li navçeyên kurdnişîn li bakurê bajarê Helebê rake, ku ew jî herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne, herwiha Navçeya Şehbayê li bakurê wê parêzgehê.

24 Çile 2023 - 15:44
24 Çile 2023 - 15:44
 0
Amnesty ji bo taxên Kurdan ên Helebê bang li hikûmeta Sûriyê kir

Amnesty nîşan bi wê yekê daye ku bi ew dorpêç rê li ber derbaskirina pêdiviyên sereke û sûtemeniyê digire.

Her li gorî Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî, ji Tebaxa 2022yan ve, bi dehên hezaran welatiyên sivîl, ji ber kêmbûneke gelek a sûtemeniyê û alîkariyên mirovî dinalin, hevdem pêdiviyên bijîşkî dikin li wan navçeyan nemînin.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser, li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê 216 hezar niştecî dijîn, piraniya wan Kurd in.

Li navçeya Şehbayê jî, bêhtir ji 150 hezar koçberên Efrînê dijîn, piraniya wan li nav 5 kampan in li wê navçeyê.

Ev nûçe bi tevahî 732 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:02:34