Artêşa Iraqê li çiyayê Hemrîn pêgehên DAIŞê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Iraqê li çiyayê Hemrîn pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.

20 Tebax 2022 - 09:07
20 Tebax 2022 - 09:07
 0

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro şemiyê 20ê Tebaxa 2022yan, veşargehên çekdarên DAIŞê li şikeftên rêzeçiyayên Hemrînê ji aliyê firokeyên şer ên hêzên esmanî yên Iraqê ve hat bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, êrîşên esmanî ji bo piştevaniya hêzên bejahî yên Fermandariya Operasyonan a Diyalayê bûye û operasyon bi armanca têkbirina paşmahiyên DAIŞê li rêzeçiyayên Hemrînê didome.

Tevî berdewamiya operasyona hêzên Iraqê, çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî û çendîn navçeyên Iraq di êrîş û kiryarên xwe yên terorîstî de berdewam in.

Di gelek civîn û gotûbêjan de Wezareta Pêşmerge ji Wezareta Berevanî ya Iraqê daxwaz kiriye, rêkeftin û hevahengiya zêdetir hebe ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî, ku bûye sedema mana DAIŞê li navçeyê.

Ev nûçe bi tevahî 905 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:56:09