Artêşa Pasdaran: Li Tengava Hurmizê tankereke petrolê teqiya

Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê tankereke mezin a petrolê li mayîneke deryayî ketiye û di encamê de teqîneke mezin û şewat çêbûye.

17 Cotmeh 2026 - 10:36
17 Cotmeh 2026 - 10:36
 0
Artêşa Pasdaran: Li Tengava Hurmizê tankereke petrolê teqiya

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ve hatiye belavkirin, dema ku keştiyê hewl daye di wê rêya avî ya stratejîk re derbas bibe, zêdetirî 2 milyon bermîlên petrola xav bar kiribû.

"Sîstemên xwe yên radarê girtibûn"

Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê ew keştî wekî tankereke "serhişk" bi nav kir û got ku sîstemên xwe yên navîgasyon û radarê girtibûn.

Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku tankerê hewl daye piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê bi kar bîne da ku kel û pelan di tengavê re derbas bike.

Di daxuyaniyê de navê keştiyê, xwediyê wê û bê ma alaya kîjan welatî hildaye nehat eşkerekirin.

Her wiha li ser zererên ku çêbûne û windahiyên gengaz ên canî ti agahî nehatin dayîn.

Aloziya li Tengava Hurmizê

Di navbera Îran û Amerîkayê de li ser azadiya hatin û çûna keştiyan a li Tengava Hurmizê aloziyeke giran heye.

Tengava Hurmizê ji bo veguhastina petrol û gaza cîhanê derbasgeheke sereke ye.

Ji dema ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê dest bi êrişên li ser Îranê kiriye ve hatin û çûna keştiyan a di vê rêya avî de bi awayekî berbiçav têk çûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 78 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:07:04