6 çekdarên grûpa El-Hemzat li gundekî Hesekê hatin kuştin

Di êrîşên Encûmena Leşkerî ya Til Temirê de, 6 çekdarên grûpeke opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li bakurê Hesekê hatin kuştin.

2 Mijdar 2023 - 10:36
2 Mijdar 2023 - 10:36
 0
6 çekdarên grûpa El-Hemzat li gundekî Hesekê hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, Encûmena Leşkerî ya Til Temrê ya ser bi HSDê ve xaleke kontrolê ya çekdarên El-Hemzat li gundê Bab El-Ferc ê ser bi navçeya Zerganê li parêzgeha Hesekê topbaran kir.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de 6 çekdar hatin kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.

Ev yek di demekê de ye, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve, îro gundên gundên Girkê Şemo û Til Cîhan yên ser bi Terbaspiyê kirine, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê li gundewarê Tirbesipiyê, gundê Mela Ebas yê ku piraniya niştecihên wî Suryan in û gundê Til Xatûn yê ku piraniya niştecihên wî Êzidî ne topbaran kirine.

El-Hemzat, grûpeke çekdaran a opozîsyona Sûriyê ye, sala 2016an ji çend grûpên din hatibû damezirandin û bi Artêşa Tirkiyeyê re tevlî dagîrkirina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bû.