Amed: Birazî, apê xwe kuşt

Li navçeya Erxeniyê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ap û birazî bi çekan êrişî hev kir.

12 Berfanbar 2023 - 04:46
12 Berfanbar 2023 - 04:46
 0
Amed: Birazî, apê xwe kuşt

Di pevçûnê de birazî birîndar bû, apê wî jî hat kuştin.

Li gorî agahiyan, li taxa Kemertaşê ya Erxeniyê ji ber sedemeke nediyar di navbera Şeref T. û biraziyê wî Hasan T. de nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş gur bû her duyan gule berdan hev.

Tîmên tenduristiyê Şeref T. rakir Nexweşxaneya Erxeniyê û Hasan T. jî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.

Ap Şeref T. li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, birîna biraziyê wî Hasan T. jî xedar e.