Amed: Serokê 'Komeleya Şehîd û Xaziyan' ji ber esrarê hat girtin

Serokê "Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Şehîd û Xaziyan a Amedê" Şahîn Aslan ji ber bazirganiya madeyên hişbir hat girtin.

1 Mijdar 2023 - 09:00
1 Mijdar 2023 - 09:00
 0
Amed: Serokê 'Komeleya Şehîd û Xaziyan' ji ber esrarê hat girtin

Hefteya borî otomobîla Şahîn Aslan li ser rêya Amed-Rihayê li xala kontrolê ya Cendirmeyan a Qirxaliyê hat rawestandin.

Di encama lêgerîna di otomobîlê de 50 kîlo esrar hat girtin.

Şahîn Aslan dawiya hefteyê li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê îfadeya xwe da.

Hêzên ewlehiyê piştî karên îfadewergitinê Şahîn Aslan veguhast Dadgeha Amed.

Dadgeha Amedê derbarê Şahîn Aslan de bi tohmeta “bazirganiya madetên hişbir” biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.

Herwiha dadgehê derbarê dosyeya Aslan de biryara nihênîbûnê da.