Barzanî: Dixwazim gellê me bi aştîyane bigehije mafên xwe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li sefîrê Brîtanya li Iraqê Francis Baker û şanda pê re kir û ragihand, gelê Kurdistanê dixwaze bi riya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe.

8 Tebax 2017 - 10:36
8 Tebax 2017 - 10:36
 0
Barzanî: Dixwazim gellê me bi aştîyane bigehije mafên xwe

Di hevdîtinê di navbera Serokê herêma Kurdistan'ê Mesûd Barzanî û Sefîrê Brîtanî de pêkhat de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de û peyvendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin. Herwiha ronahî jî hate xistin li ser pêşeroja peyvendiyên herêma Kurdistanê û Bexdayê bo biryara gelê Kurdistanê ya birêvebirina referandomê di 25ê Îlona îsal de.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.