Barzanî ji bo danasîna Kurdistan heyetan dişîne 52 welatan...

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo encamên referandum û danasîna Kurdistanê ku Tirkiye, Îran û Amerîka jî di nav de şandeyek wê bişîne 52 welatên .

27 Îlon 2017 - 07:31
27 Îlon 2017 - 07:31
 0
Barzanî ji bo danasîna Kurdistan heyetan dişîne 52 welatan...

Li gorî nûçeya ku Ajansa Spûtnîk dispêre malpera Kararê de tê gotin ku Rêvebiriya Herêma Kurdistanê amadehiyan dike ku piştî encamên referandumê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ve hatin eşkerekirin ji bo dîplomasiyê heyetan bişîne welatan. Herêma Kurdistanê heyetan dişîne 52 welatên ku Tirkiye, Îran, Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngîltere, Fransa, Almanya, Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Kûwêt, Urdin jî di nav de.

Li gorî nûçeya malpera Kararê, heyeta Kurdistanê wê behsa encam û meşrubûna referanduma serxwebûnê û daxwaza piştgiriyê ji van welatan bike.

Bi taybetî heyeta Kurdistanê ku serdana Tirkiyeyê bike, wê bêtir li ser têkiliyên ekonomîk, bazirganî û siyasî raweste û ji rêvebirên Enqereyê daxwaz bike ku pêwendî bidomin. Herwiha dê ji bo mafê tirkmen û herêmên bi nîqaş garantiyan bide Tirkiyeyê.