Encûmena Wezîran encamên serdana şanda Kurdistanê bo Îmarat û Fransayê gotûbêj dike

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 22ê Sibata 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

22 Sibat 2023 - 05:01
22 Sibat 2023 - 05:01
 0
Encûmena Wezîran encamên serdana şanda Kurdistanê bo Îmarat û Fransayê gotûbêj dike

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, xala yekem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina encamên serdan û hevdîtinên şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmarata Erebî û Fransa be.

Di beşa duyem a civînê de, encama civînên şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re li ser projeyasaya petrol û gaza federal dê were pêşkêşkirin.

Beşa sêyem a civînê jî dê ji bo projeyasaya rêyên giştî yên Herêma Kurdistanê be.