Fexrî Kerîm bo Serok Barzanî: Em hêvîdar in encamê hilbijartinan di xizmeta vejîna Herêma Kurdistanê de be

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî dike.

13 Mijdar 2024 - 11:55
13 Mijdar 2024 - 11:55
 0
Fexrî Kerîm bo Serok Barzanî: Em hêvîdar in encamê hilbijartinan di xizmeta vejîna Herêma Kurdistanê de be

 

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî Fexrî Kerîm kir.

Wekî ku di ragehandineke Baregayê Barzanî de hatiye, di wê hevdîtinê de “Serokê Dezgeha Medayê ya Ragehandin û Rewşenbîrî û Hunerî serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna berçav a welatiyan di hilbijartinan de li Serok Barzanî pîroz kirin, herwesa hêvî xwast ku encamên wê piroseya hilbijartinan di xizmeta seqamgirî û vejîna Herêma Kurdistanê de bin.”

Her di wê hevdîtinê de, “her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên deverê li hev guhertin.”