Gera duyem a hevdîtinan destpê dike; Şandeke MSDê li Şamê ye

Hat ragihandin ku şandeke din a Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo hevdîtinên li gel rejîmê çûye Şamê.

14 Tebax 2018 - 06:54
14 Tebax 2018 - 06:54
 0
Gera duyem a hevdîtinan destpê dike; Şandeke MSDê li Şamê ye

Li gor nûçeya rojnameya El Vatan ku nêzî hikûmeta Sûriyê ye, gera duyem ya hevdîtinên di navbera rejîm û Meclîsa Sûriya Demokratîk de destpê kirin.

Hat ragihandin ku şandeke MSDê ji bo berdewamkirina gotûbêjên li gel rejîmê gihiştiye Şam a paytexta Sûriyê.

Di vê hevdîtinê de hat gotin ku ji bo bidawîanîna pevçûnan û vekirina rêyên diyalo bo çareserkirina arîşeyan dê gotûbêj nwerin kirin.

Di nûçeya wê rojnamê de hat gotin ku herdu alî ji bo ku biryar bidin û li hev bikin gelek caran kom dibin.

28ê meha borî şandeke MSDê serdana Şamê kiribû û biryar hatibû girtin ku ji bo pêşdebirina diyaloga di navbera herdu aliyan de û herwiha bidawîanîna şer wê komîte bên avakirin.

Berî niha hatibû îdîakirin ku herdu alî li bajarê Qamişlo jî civîn pêkanîne û li hev kirine ku hêzên rejîmê vegerin hin deverên di bin kontrola HSDê de.